Aktîvîstekî Elman Felîx tevlî bernameyeke televîzyona ARD’ê bû û qala şoreşa Rojava kir.

Di bernameya “Panaroma” ya qenala televîzyonê ya dewletê ya Elman ARD de sê hefteyan carekê tê weşandin, şoreşa Rojava hate nirxandin. Aktîvîstekî ji Hambûrgê Felîx ku tevî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk Rojava neterikandiye tevlî bernameyê bû û qala şoreşa Rojava kir.

Felîx da xuyakirin ku sal û nîveke ew li Rojava ye, hilberîna xwezayî-ekolojîk jî di nav de tevlî gelek projeyên civaka sivîl bûye û got, “Rêbaza rêveberiyê ya ji jêrê ber bi jorê ve, wekheviya rasteqîn a jin û mêr li vir dikeve meriyetê. Ev hemû niha hedefa êrîşa dewleta Tirk in.”

‘MIN ŞOREŞ HETA NIHA JI PIRTÛKAN NAS DIKIR’

Felîx ê 29 salî ku niha li Dêrikê ye destnîşan kir ku heta jê bê wê Rojava neterikîne. Felîx ragihand, mirov li Rojava tişta dixwaze bi rengekî azad pêk tîne û got, “Mirov dikarin ji pirtûkan şoreşê bixwînin. Lê belê min li vê deverê şoreşa ku ji pirtûkan dixwend bi xwe nas kir û tevlî bûm.”

Felîx bi bîr xist ku piştî destpêkirina êrîşên dewleta Tirk metirsiya paqijiya etnîkî li herêmê heye û destnîşan kir, ku gelê herêmê li dijî êrîşan amadekariya berxwedanê dike. Felîx got, “Ez hin mirovan nas dikim, ji bo tevlî berxwedanê bibin zarokên xwe şandin bajarên cuda. Lê belê ew bi xwe li vê deverê man.”