Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek weşand û got, “Li ku zilm hebe li wir berxwedan jî heye. Şervanên enternasyonal li refên herî pêş ên berxwedanê mil bi mil li gel şervanên QSD’ê şer dikin.”

Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, artêşa Tirk ku ji bilî qirkirin û talanê ti armanca xwe nîne, dixwaze dagirkeriyê mayinde û berfireh bike û hate gotin, “Yên ku dixwazin gelê Rojava yê bêguneh bi balafirên şer û çekên giran ên tinekirinê bitirsînin û bikin kole, divê ji bîr nekin; gelên Rojava xwedî lehengên berxwedanê ne ku xwe bi hişmendiya azadiyê û biryardariya şer amade kirine. Û şervanên enternasyonal jî bi wan re van stranên berxwedanê distirên.

Stranên azadiyê bi enternasyonalê hîn xweş tên gotin. Em êsîrên dinyayê tenê bi enternasyonalê dikarin hişyar bikin. Tabûra Azadiyê ya Enterasyonal ku ji aliyê wan kesên ku li dijî zilmê bi hêrs in hatiye birêxistinkirin, baş zane ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û TC a barbar a ku dikare me rizgar bike çeka me ye û bi vê têgihiştinê şer dike. Şer û berxwedana wan kesan didome ku wê kujerên dagirker di xwîna ku dirijînin de bifetisînin. Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal li dijî dagirkeriya TC bi rengekî çalak li ber xwe dide.

Şervanên enternasyonal ku li çeperên berxwedanê bi cih bûne alên berxwedanê bilind dikin û stranên azadiyê bi zimanên xwe distirên. Li ku zilm hebe li wir berxwedan heye. Enternasyonal hene ku li refên herî pêş ên berxwedanê mil bi mil li gel şervanên QSD’ê şer dikin. Em bang li kedkarên dinyayê dikin ên li dijî zilmê bi hêrs in ku di nava refên Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal de bibin yek û şer bikin. Em bang dikin ku çekên me yên azadiyê hembêz bikin ku ev yek wê me rizgar bike.”