Li bajarên Zurîch, Wîntherthûr û Bîel ên Swîsreyê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî pêk hatin.
Li bajarê Zurîchê bi pêşengiya însiyatîfa RiseUp4Rojava li Helvetîaplatzê Kurdistanî û dostên wan li hev kom bûn. Piştre ji bo piştevaniya berxwedana Rojava meşiyan.
Çalakger piştî meşê li Helvetîaplatzê vegeriyan û bi mîtîngekê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin.
WINTHERTÛR
Li bajarê Wînthertûrê Kurdistanî tevî dostên xwe li Steînberggasseyê çalakiyek pêk anîn.
Di çalakiyê de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dirûşm hatin qîrîn û belavok hatin belavkirin.
BÎEL
Li bajarê Bîelê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd fîlmê Keçên Rojê hate nîşandan.
