Nûnerên gelên xwecihî û tevgerên civakî yên ji welatên cuda yên dinyayê ji bo piştevaniya Rojava bang kirin.
Kesayetên ji welatên cuda nameyek ji The Guardian re nivîsîn û destnîşan kirin, ku bi êrîşên dewleta Tirk re ne tenê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê di heman demê de kapasîteya mirovahiyê ya hilberandina alternatîfan li dijî krîza şaristaniya heyî di metirsiyê de ye. Di nameyê de hate ragihandin ku Serokkomarê Tirk Erdogan tevî ‘agirbestê’ jî teknîkên tundî û qirkirinê yên sedsala 20’an bi kar tîne, li dijî sivîlan çekên kîmyewî bi kar tînin û çeteyên cîhadîst sivîlan qetil dikin.
Di nameyê de hate destnîşankirin ku DYE, Rûsya, Brîtanya, Fransa û dewletên din bi destûrdana ji bo paqijiya etnîkî û dagirkeriyê hiqûqa navneteweyî û Peymana Cenevreyê binpê kirine û hate gotin, yekane armanca Tirkiyeyê tinekirina tecrûbeya serketî û wêrek a Rojava ye ku li derveyî sîstema global tecrûbeyeke serketî ye. Di nameyê de hate bibîrxistin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 5 milyon Kurd, Ereb, Asûrî, Tirkmen, Êzidî û gel û pêkhateyên cuda hene û di nava sîstemeke serketî ya demokrasiya radîkal, xwerêveberî, wekheviyê de bi rengekî aştiyane dijîn.
Di nameyê de firotina çekan ji bo Tirkiyeyê hate şermezarkirin û hate gotin, ku Ocalan dibêje ‘Hêza modernîteya kapîtalîst çek û pereyê xwe nîne, bi lîberalîzma xwe kapasaîteya fetisandina her cûre utopyayane’. Di nameyê de ji bo parastina Rojava bang li her kesî hate kirin ku rabin ser piyan û hate destnîşankirin ku Rojava ji bo heman armancên piraniya dinyayê têdikoşe.
Di nameyê de hate ragihandin ku têkoşînên gelan bi hev ve girêdayî ne û ti hêz nikare guhertinên jêneveger asteng bikin.
Di nameyê de hate destnîşankirin ku bi navê tevgerên civakî, civak û gelên xwecihî û lîderên wan wê piştevaniya vîzyon û keda Rojava bikin û hate gotin, ji bo berxwedan, parastin û berxwedêriya Rojava wê dua bikin. Di nameyê de ‘mirovahî’ bi bîra dewletan û xwediyên hêzê hate xistin û ji wan hate xwestin ku dagirkeriyê bi dawî bikin.
Kesayetên ku îmze avêtine:
LaDonna Brave Bull Allard Standing Rock, Turtle Island (USA)
Salim Dara Rural Solidarity, Benin
Eve Ensler One Billion Rising, USA
Sabine Lichtenfels Tamera Peace Research Center, Portugal
Tiokasin Ghosthorse First Voices Indigenous Radio, Turtle Island (USA)
Alnoor Ladha The Rules, Canada
Gildardo Tuberquia Peace Community of San José de Apartadó, Colombia
Yael Ronen Maxim Gorki Theater, Germany
Sami Awad Holy Land Trust, Palestine
Gigi Coyle Beyond Boundaries, USA
Joshua Konkankoh Better World, Cameroon
Stuart Basden Extinction Rebellion, UK
Aida Shibli Global Campus, Palestine
Claudio Miranda Favela da Paz, Brazil
Rajendra Singh Tarun Bharat Sangh, India