Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê Kurd û Elmanan bi hev re çalakiyek pêk anîn.

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê Kurd û Elman bi hev re bi wesîleya Roja Rojava ya Cîhanê meşiyan.

Kurdistanî û dostên wan li qada Europagalerî li hev kom bûn û bi pankartên der barê berxwedana Rojava meşiyan.

Meş li navenda bajêr pêk hat û belavok hatin belavkirin. Di dema meşê de nûnerên gelek rêxistin û saziyan axivîn û diyar kirin ku bi saya berxwedana li Kobanê Ewropa ewle ye.

Hate destnîşankirin ku ne ji Kurdan bûya, ne ji têkoşîna li Rojava bûya niha li kolanên Ewropayê DAÎŞ’î hebûn.

Qisekeran diyar kirin ku nabe ku Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wan bi tenê bên hiştin û destnîşan kirin ku çawa Kurdan DAÎŞ têk birin wê piştevanê DAÎŞ’ê Erdogan jî têk bibin.

Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.