Li Brîtanyayê bi hezaran kes tevlî çalakiyên 2’ê Mijdarê Roja Rojava Cîhanê bûn.
Bi banga Meclîsa Gel a Kurd li gelek bajarên Brîtanyayê bi hezaran kes li hev kom bûn û çalakiyên 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê pêk anîn. Nivîskar, akademîsyen, karker, jin, ciwan gelek mirov tevlî çalakiyan bûn. Di çalakiyan de dewleta Tirk a dagirker û Serokkomarê Tirk Erdogan hatin şermezarikrin.
LONDON
Li paytext Londonê bi hezaran kes li meydana Marble Arch li hev kom bûn. Ji sendîkayên Îngiliz heta Fîlîstîniyan ji anarşîstan heta antî-kapîtalîstan gelek kes tevlî bûn. Nivîskar û rojnamevanê Ermen Hayko Bagdat jî beşdarî çalakiyê bû. Çalakger piştre ber bi meydana Trafalgarê meşiyan. Di dema meşê de ji bo boykotkirina Tirkiyeyê belavok hatin belavkirin. Hayko Bagdat li mîtîngê axivî û destnîşan kir ku plana qirkirinê ya beriya sed salî li dijî gelê Ermen hate kirin niha li dijî gelê Kurd tê pêkanîn. Her wiha destnîşan kir ku divê gelê Ermen bi gelê Rojava re be.
Dîrektorê Navneteweyî yê Sendîkaya UNITE Sîmon Dûbbîns jî destnîşan kir ku ew li dijî dagirkeriya Tirk bi berxwedana Rojava re ne û got, “Armanca yekane ya vê dagirkeriyê berdana êsîrên DAÎŞ’ê ye. Ev yek êşkenceya van barbaran a li dijî şervanên azadiyê nîşanî tevahiya dinyayê dide. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî van dagirkeran û çeteyan bidomînin.”
Hevserê Meclîsa Gel a Kobanê Enver Muslîm jî bi rêya telefonê ji beşdaran re axivî û diyar kir ku armanca dewleta Tirk guhertina demografiya Rojava ye û destnîşan kir, ku li dijî vê yekê berxwedaneke bi heybet tê kirin.
LÎVERPOOL
Li bajarê Lîverpoolê jî bi sedan kes li hev kom bûn û bi pankarta “Rojava biparêze” meşiyan. Di meşê de dirûşma “Terorîst Erdogan” hate qîrîn.
BRÎGHTON
Li bajarê Brîghtonê komên antî faşîst ên Îngiliz û ji gelên cuda li salonekê hem Roja Rojava pîroz kirin hem jî hem jî panelek der barê Sîstema Rojava pêk anîn. Di panelê de sîstema konfederal a Kurdan hate vegotin.
SHEFFÎELD
Li bajarê Sheffîeldê bi sedan kes li ber avahiya şaredariyê li hev kom bûn. Di çalakiyê de ji bo Rojava dirûşm hatin qîrîn û bi sedan belavok hatin belavkirin. Di çalakiyê de hate xwestin ku Tirkiye bê boykotkirin.
HÛLL
Li bajarê Hûll ê Îngilistanê bi banga Meclîsa Gel a Kurd li meydana Vîctorîayê Kurdistanî tevî dostên xwe li hev kom bûn. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û banga boykotkirina Tirkiyeyê hate kirin.
