Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê careke din dest bi wergirtina berhemên pembo ji cotkran li sê navendên ku beriya niha diyar kiribû, kir.

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wergirtina berhemên pembo li 5 navendên ku Rêveberiya Xweser diyar kiribû, hat sekinandin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê navendên çandiniyê li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî talan kirin.

Rêveberiya Xweser ji bo parastina berhemên pembo ji cotkaran piştî xebata kirîn û firotînê ya vê madeyê hat rewastandin, dîsa dest bi wergirtinê kir. Her wiha jî piştî navendên wergitina pembo ku sûkên derçûnên wê hat girtin, rawestî, hin bazirganan ev ji xwe re derfet dîtin û bihaya her kîloyeke pembo 200 lîreya Sûriyê lê birîn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê buhaya her 1 kîlo pembo bi 330 lîreyên Sûriyê diyar kir û divê buhaya kirîna berheman li navendên wê jî ne kêmî 320 lîre Sûrî be.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barodo diyar kir ku Rêveberiya Xweser dîsa dest bi wergirtina berheman li 3 navendan kir (Mehleca Hesekê, 10 kîlomitir a Dêrazorê û El-Silhebiyê li Reqayê).

Barodo destnîşan kir ku wan wergirtina berheman li 2 navendên Mebrûka yên girêdayî Serêkaniyê û Çelebiyê yên kantona Kobanê, ji ber rewşa herêmê û êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hatiye rawestandin.

Navenda pembo ya Mebrûka ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi mîqdara 3 hezar ton, hat talankirin.

 Der barê taybetmendiyên darayî yên cotkarên ku berhemên xwe birîne wan navendan, Silêman Barodo piştrast kir ku Rêveberiya Xweser fatoreyên tevahî berhemên ku hatibûn navendên wan, dane.

Rêveberiya Xweser beriya niha 5 navend ji bo wergirtina berhemên pembo diyar kiribû (Mehlec li Hesekê, Mebrûka li Serêkaniyê, Çelebiyê li Kobanê, 10 kîlometre li Dêrazorê û El-Sihebiyê li Reqayê).

(bx)