QSD’ê ragihand, ku di nava 24 saetên dawî de herî kêm 15 çete di şer de hatin kuştin û 2 wesayitên leşkerî û makîneyeke kar a çeteyan hatin rûxandin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê encama şerê 24 saetên dawî eşkere kir.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

EBÛ RASÊN Û TIL TEMIR

“Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser ve êrişên xwe yên dagirkeriyê domandin. Li gundên Ingel-Hewa, Til El-Werd, Xirbe Dibs, Bab El-Fereş, Til Mihemed û Ûm El-Îşba artêşa dagirker û komên çete yên bi ser ve hewl dan dagirkeriya xwe berfireh bikin, bi seyareyên zirxî û piştevaniya hêza hewayî pêş de werin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan dan û di encam de şer derket. Li gelek qadan şerê demdirêj qewimîn û di encam de herî kêm 15 çete hatin kuştin. Her wiha 2 seyareyên leşkerî hatin rûxandin.

EYN ÎSA Û KOBANÊ

Artêşa dagirker û komên çete bi armanca berfirehkirina dagirkeriya xwe û kontrolkirina rêka M4 a navdewletî êrîş birin ser gundên Xirbet Faris, Boxaz Sêgir, Şêrgirad û Mesûdiyê kirin.

Di encama bersivdana êrîşan de şer derket û li gelek qadan hejmarek çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin. Hejmara kuştî û brîndaran nehat zelalkirin.

Di encama bersivdana hêzên me de herî kêm 15 çete hatin kuştin û 2 seyareyên leşkerî û maşîneyek kar harin rûxandin.

Di vê berxwedanê de 8 hevalên me brîndar bûn.”