Îro 1‘ê Îlonê ye Roja Aştiyê ya Cîhanê ye, li seranserî Rojava û Bakurê Sûriyeyê çalakî hatin li darxisitn. Li bajarê Hesekê jî bi tevlêbûna şêniyên Til Temir, Dirbêdiyê û Serêkaniyê meşeke girsayî hate li darxistin. Di meşê de tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê hatin şermezarkirin.
Meş ji çerxeriya Merşo ya taxa Kelasê ber bi qada Şehîd Serhed a taxa Mifî ve dest pê kir, di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pakartên banga aştiyê û azadiya Ocalan hate bilindkirin, her wiha dirûşmeyên azadiya Ocalan û şermezarkirina dewleta Tirk hatin qîrkirin.
 
Meş li taxa Mifî rawestiya û veguherî mîtîngê. Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Abdullah axaftin kir. Semer di daxaftina xwe de, bal kişand li ser êrîşên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Bakurê Sûriyeyê têne kirin û bang li rêxistinên mirovî û Neteweyên Yekbûyî kirin ku erka xwe pêk bînin û rijandina xwîna sivîlên Sûriyeyê bisekinin.
Semer di nava axaftina xwe de, bal kişand li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hikûmeta AKP‘ê ve û wiha domand, “Ocalan çavkaniya aştî ye, ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye tecrîdkirin. Divê cîhan na bike ku bi tecrîdkirina pêxemberê aşîtiyê, aşitî li cîhanê pêk nayê.”
 
Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Abdullah diyar kir ku dagirkeriya tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê di gel bêndengiyeke navdewletî pîrozgehên Kurd dike hedef û sivîlan direvînin.
Çalakî bi dirûmeyan bi dawî bû.