Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê tevlî berxwedana li Rojava ya li dijî dagirkeriyê bûn bal kişandin ser girîngiya parastina Rojava û destnîşankirin, ku parastina Rojava di heman demê de parastina Başûrê Kurdistanê ye.
Bi destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava re gelek ciwanên Başûrê Kurdistanê tevlî berxwedana Rojava bûn û niha di çeperên berxwedanê de li ber dagirkerî û qirkeriyê radibin.
Şervanên ji Başûr bal kişandin ser armanca qirker a dewleta Tirk û destnîşan kirin, ku armanca dewleta Tirk tinekirina Kurdan û destketiyên Kurdan li her devera Kurdistanê ye.
Şervanan bi bîr xist ku PKK jî Tevgerek Azadiyê ya Gelê Kurd û da xuyakirin ku li Rojava tenê QSD, YPG û YPJ heye, lê dewleta tirk bi hencetên bê bingeha dixwaza qirkirina Kurdan rewa bike.
Şervanên ji Başûr gotin, “Eger em îro destketiyên Kurdan ên li Rojava, Şoreşa Rojava neparêzin, wê sibe ev dewleta Tirk a dagirker êrîşî Kerkûkê, Silêmanî û heta Hewlêrê bike û tevahiya Başûr dagir bike.”
Şervanan destnîşan kirin ku dagirkirina Rojava wê bibe dagirkirina tevahiya Kurdistanê û di serî de hêzên li Başûrê Kurdistanê bang li hêzên Kurdan hemûyan kirin ku li ber dagirkeriyê rabin.







