DKP/BOG’ê ragihand ku ji endamên wan ên damezrîner Goze Altûnoz û endamê wan Yasîn Aydin şehîd bûne.
Partiya Komunaran a Şoreşger/Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku endama Komîteya Navendî ya Partiya Komunaran a Şoreşger/Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Goze Altûnoz û şervanê wan Yasîn Aydin di êrîşa dewleta Tirk a dijî xaka Rojava de di nava berxwedanê de tevlî karwanê nemiran bûne.
Di daxuyaniyê de li dijî dagirkerî û faşîzma AKP-MHP’ê banga xurtkirina têkoşînê hate kirin û hate gotin, “Em ê rê nedin dagirker, çeteyan û faşîzmê. Em li metropolên Tirkiyeyê li dijî mêtingeriya ku dixwaze xaka Rojava dagir bike tevî gelên bindest şerê şoreşgerî yê yekbûyî yê enternasyonalîst dimeşînin.”
Di daxuyaniyê de der barê şervanên jiyana xwe ji dest dan agahî hatin parvekirin:
“Nav paşnav: Goze Altûnoz
Navê li nava partiyê Aynûr Ada
Cihê jidayikbûnê: Edîrne
Dema jidayikbûnê: 31:05.1994
Cihê şehadetê: Til Temir
Dema şehadetê: 06.11.2019
Nav paşnav: Yasîn Aydin
Navê li nava partiyê: Îmran Firtina
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
Dema jidayikbûnê: 15.07.1995
Cihê şehadetê: Til Temir
Dema şehadetê: 06.11.2019″