Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ên ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji 7’ê Tebaxê û vir ve parêzer ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin û heta niha tu bersiv nehatiye dayîn.