Xwepêşandanên li Iraqê ku 24’ê Cotmehê ji nû ve destpê kir her diçe belav dibe. Li Iraqê ya yek ji welatên herî zêde petrolê di hilberîne û difiroşe ye, xwepêşandanan bandor li petrolê jî kir.
Ji ber girtina rê ya çalakvanan a ku diçin perav û kargehên petrolê, şandina petrolê ya rojane 3,4 milyon varêl sist bû.
Kana petrolê ya Geyara ku dikeve bakurê welat, rojan e ku 30 hezar varêl petrol lê dihate hilberîn û dişandin, 3 rojan li ser hev ji bo Besra a dikeve başûrê welat nehatiye şandin.
Rayedareke ku navê xwe neda ku ji AFP’ê re axivî, diyar kir ku ne diyar e bê ka wê kengê sewqiyat destpê bike û got: “Girêdayî aramiya herêmê û ji nû ve vebûna rê ye.”
Xwepêşandanên protestoyî ev nêzî meheke dewam dike. Çalakiya ku 1’ê Cotemhê destpê kir û piştî hefteyekê ji bo hikûmet daxwazên dikin pêk bînin heta 24’ê Cotmehê dem diyar kiribû. Li ser pêkneanîna daxwazan çalakî ji nû ve destpê kir. Di çalakiyên li Bexda û belavî bajarê Şii’yan bû, daxwaza hilweşîna rejîmê dikirin. Ji serê hefteyê ve li Bexda, Kerbela û Nasiriyê di encama gule reşandina hêzên ewlekarkiyê bi kêmanî 13 kes mirin. Bi dehan jî birîndar bûn.
Di xwepêşandanên ji 1’ê Cotmehê û vir ve pêk hatînin de heta niha 270 kes mirin.