Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 8’ê MIJDARÊ 2019 ÎN
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12.00
Bûltena rojê dest pê dike niha jî çend sernûçeyên me….
&- Hêzên Gerîlla li Heftanîn û Mêrdînê, li dijî leşkerên artêşa Tirk ya dagirker çalakiyên bi bandor pêkanîn, 2 leşker hatin kuştin.
&- Fermandarê QSD’ê Mazlum Ebdî li dijî êrişên dewleta Tirk û tevgera wê ya qirkirinê, bang li Rûsya û Emerîkayê kir da ku sozên dan bicih bînin..
& – Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê diyar kir ku NATO bi awayekî eşkere destekê dide dagirkeriya Tirk û bêdengiya neteweyên yekbûyî jî bi tundî şermezar kir.
&- Navenda Ragihandina QSD’ê, diyar kir ku serçeteyê bi navê Îsmaîl Zaîm hate girtin.
&- QSDê bîlancoya 24 saetên dawî eşkere kir, di encama di encama şer û berxwedanê de 20 çeteyên dewleta Tirk a qirker hatin kuştin.