Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Rojava, li gelek bajarên Polonyayê xwepêşandanên şermezarkirinê pêk hatin. Ji Serokkomar Andrzej Dûda re jî li dijî dagirkeriyê nameyek hate şandin. Li bajarê Osnabruck ê Elmanyayê çalakî hebû.
Li paytexta Polonya Varşovayê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava, bi pêşengiya jinan ber bi Qesra Serokkomariyê ve meşek hate kirin. Di çalakiyê de bang li jinên dinyayê hemûyan hate kirin ku li şoreşa jinê ya li Rojava bibin xwedî.
Li bajarê Wroclaw ê li rojavayê Polonyayê jî Kurdan û Polonan bi hev re çalakiyek pêk anîn. Rêxistina ‘Wroclaw ji bo Rojava li ser piyane’ çalakî pêk anî û li dijî dagirkeriya ku paqijiya etnîkî tê kirin bêdengiya dewletên dinyayê hate rexnekirin.
JI SEROKKOMAR DÛDA RE NAME HATE ŞANDIN
Heman rêxistinê ji Serokkomar Andrzej Dûda re nameyek şand û diyar kir ku êrişên dagirkeriyê gefê li tevahiya dinyayê dixwin. Di nameyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk bi çeteyên El Qaîde, DAÎŞ û rêxistinên terorîst ên tund êriş dike û hate gotin, ji nû ve zindîbûna DAÎŞ’ê ji bo Ewropayê metirsiyeke mezine.
Di nameyê de sûcên li dijî mirovahiyê yên dagirkeran ên li Efrînê hatin bibîrxistin û hate destnîşankirin ku tevî Kurdan her wiha Xiristiyan, Asûrî, Ermen û pêkhateyên din ên li herêmê li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin. Di nameyê de hişyarî hate kirin ku eger êrişên dagirkeriyê bi ser bikevin wê mîna dema Osmanî çawa Ermen hatin qirkirin wê qirkirineke bi heman rengî bê kirin û hate destnîşankirin ku gelê Polon tecrûbeyên giran ên Şerê Dinyayê yê Duyemîn ji bîr nekiriye.
Di nameyê de berxwedana Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li dijî dagirkeriyê hate bibîrxistin û ji Polonyayê hate xwestin ku li pêşberî berxwedana Meclîsa Leşkerî ya Suryanî bêdeng nemîne. Di nameyê de bang li Polonyayê û dewletên dinyayê hate kirin ku helwestê nîşan bidin û li ber dagirkeriyê rabin.
LI OSNABRUCKÊ ÇALAKIYA HEVPAR A LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
Li bajarê Osnabruckê yê Elmanyayê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava bi beşdariya komên çep ên Elman û Kurdistaniyan meşek pêk hat.
