HPG’ê nasnameya 5 gerîlayan eşkere kir ên ku li Xakurkê şehîd bûne. HPG’ê got ku “Em soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê ya şehîdên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 5 gerîlayan eşkere kir ên ku di 22’ê Hezîranê de şehîd bûne.
Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di 22’ê Hezîrana 2019’an de artêşa Tirk a dagirker bi balefirê şer qada Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiribû. Di vê êrîşê de rêhevalên me Faraşîn, Ferhat, Gulistan, Levent û Simko şehîd bûne. Nasnameya hevalê me yên şehîd wisa ye:
Hevrêyên me Faraşîn, Ferhat, Gulîstan, Levent û Simko ku her yek ji wan li bajarekî cuda yên Kurdistanê ji dayik bû û bi welatparêziyeke xurt mezin bû, ji bo hesab ji dewleta TC a dagirker bipirsin bi daxwaz û rûmeteke mezin tevlî nava Têkoşîna Azadiyê bûn û bi sekna xwe ya bi biryar, bi jiyana xwe ya dilnizm û kesayetiya xwe ya kedkar her tim bûn mînak ji hevrêyên xwe re. Li dijî operasyona dagirkeriyê ya dewleta TC a dagirker ku li herêma Xakurkê dest pê kir, di çeperan de bi rengekî lehengî şer kirin. Hevrêyên me ku ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd bênavber têkoşiyan, di vê oxirê de kesayetiya xwe ya fedayî derxistin pêş û bi berxwedêriya qewîn a PKK’ê derbên giran li dijmin xistin. Ji bo me û ciwanên Kurd ên welatparêz wezîfeya yekane ye ku xwedî li bîranîna şehîdên xwe yên fedayî û nirxên wan derkevin.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûn bila serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê ya şehîdên xwe bi ser bixînin.”
