Li paytexta Elmanya Berlînê û bajarên Braunschweig û Mûnsterê şervanên ku di berxwedana rûmetê ya Bakurê Sûriyê de şehîd bûne hatin bibîranîn.
BERLÎN
Şehîd Çekdar Qamişlo li paytexta Elmanya Berlînê hate bibîranîn.
Merasîma ku li Komeleya Rojava Berlînê di saet 15.00’an de bi deqqeyekî rêzgirtin ji bo giyana pakrevanan destpêkirî, nûnerên saziyên Kurdistaniyên ku li Berlînê dixebitin û zêdetir ji 150 kesan tevlî bûn.
Di civîna ku Ciwanên Rojava organîze kiribû de siyasetmedara Kurd Hêvî Mardîn, li ser navê malbatên şehîdan Gozê Çalkan, li ser navê Meclîsa NCKA’yê Erhan Firat, bi navê Meclîsa Jinan ê Êzidî (EDESA) Nûrê Alkiş û li ser navê PYD Berlîn Silêman Hacî, her yek ji bo bîranîna Çekdar Qamişlo û hemû şehîdên Kurdistanê axaftinek pêşkêş kir.
Dayîka Çekdar Qamişlo jî ji bo bîranînê qeydeka deng şand.
Siyasetmedara Kurd got: “Sînorên dijmin yên ku Kurdistanê perçe dikin bi saya Çekdar Qamişlo û hezaran şehîdan hilweşiyaye. Rexmî ku temenê Çekdar Qamişlo ciwan bû jî lê milîtanekî xwedî kesayeta şoreşgerî bû.”
Li ser navê Malbaên Şehîdan Gozê Çalkan jî diyar kir ku vê dilopekî xwîna şehîdan vala neçe û wiha domand: “Divê gelê me li her dewera cîhanê hê bêhtir xwedî li têkoşînê derbikeve, her kesî vedixwînim ku layîqê şehîdên xwe bibin.”
Hevserokê Meclisa Navenda Civaka Kurdistaniyên Azad Erhan Firat jî di axaftina xwe de anî ziman ku Çekdarên Rojavayî li Heftenînê û Ciwanên Başûrê Kurdistanê jî li Rojava canên xwe feda kirine.
Firat di berdewama axaftina xwe de got: “Li vê derê jî em hemû kesimên Kurdistanê bi hevre di merasîma bîranînê de ne. ew yek jî nîşana binketina dijmin û serkeftina gelê Kurd e.” Firat bangewazî kir ku bihêztir tevlî çalakî û merasîmên ku li Berlînê pêktên bibin. Her wiha diyar kir: “Encax bi vî şeklî dikarin layîqê bîranîna Çekdaran bibin.”
Bi navê PYD Berlînê jî Silêman Hecî wiha axivî: “Serê gelê Kurd û şervanan bilind e û berxwedanî didome. Yên ku pêwîste werin ji bîrkirin kesimên bê pirensîb wekî Trump in. Gelê Kurd bi felsefeya Rêber APO vê tekez bigihîje Kurdistana azad.”
Li ser navê Meclîsa Jinên Êzidî Nûre Alkiş jî di kesayeta Çekdar Qamişlo tevahî şehîdên Kurdistanê silav kir û wiha pê de çû: “Em weke Êzidiyan nirxên wana dizanin. Ewan ji bo rizgarkirina şerefa me bi hezaran can sipartin axê.”
Merasîm piştî guhdarkirina dosya deng ê Dayîka Çekdar Qamişlo û nîşandana sînezyonê bi drûşman bidawî bû.
BRAUNSCHWEIG
Li bajarê Braunschweig a Elmanyayê jî Ceren Gûneş (Ozge Aydin) hat bibîranîn.
Endama Komîteya Navendî ya Partiya Komûnarên Şoreşgerî/Birlîk Ceren Gûneş (Dr. Ozge Aydin) li Navenda Çand a Mozaîk ya li Brunschweig’ê hate bibîranîn.
Di merasîmê de ku bi deqeyekî rêzgirtin ji bo cangoriyan destpêkirî derbarê Gûneş pêşandana dîa hat pêkanîn.
Piştre her yek ji nûnerên FED-DEM, Hannover Partîzan, Kovara Komûn, MLPD, TJK-E û Antîfa Hîldesheîm axafîn.
Nûnerê Kovara Komûnê di kesayeta Ceren Gûneş de hemû şehîdên şoreşa Rojava bibîranî û dazanîn: “Heval Ceren ku yek ji rêberên Partiya me û fermandara tabûra azadî ya enternasyonal bû di şoreşa Rojava de carekî din ruhê Qizildere ya 12’ê Adarê û ruhê hevaltiya mertala şoreşgerî bi dest xist. Bû sembola berxwedanvaniya Îbrahîm Kaypakkaya û pêtgirtina Mazlûmî ya li girtîgehên Amedê. Ewan li şopa yên beriya xwe geriyan. Emê jî pê xwe deynin ser şopa Ceren’an û ber bi zaferê ve bimeşin.”
Li ser navê rêveberê Federasyona Qada Bakur M. Letîf Karakaş jî axivî. Karakaş jî di kesayeta Gûneş hemû şehîdan bibîranî.
Karakaş diyar kir: “Di têkoşîna mirovatî ya li Rojava de bi hezaran şehîd hat dayîn, DAÎŞ’ê barbar û çeteyên Erdoganê dîktator li ser gelê Kurd qirkirinê pêk tînin.” Her wiha got ku li hemberî wê yekê divê têkoşîn bi awayê hevparbûnê were meşandin.
Piştî ku şervanên enternasyonalîst ên li Rojava jî bi rêya telefonê axivîn merasîm bidawî bû.
MÛNSTER
Li bajarê Mûnster ê Elmanyayê jî Şehîd Seyfedîn Serêkaniyê, Çekdar Qamişlo, Hemîd Mamo, Lezgîn Hemî, Serxwebûn Ceger Bengî û Yûsif Nebî hatin bibîranîn û merasîmên sersaxiyê pêkhatin.



