Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê HDP’î, ku ji aliyê rejîma AKP’ê ve hatiye girtin, nameyek ji raya giştî navneteweyî re şand.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê HDP’î, ku ji aliyê rejîma AKP’ê ve hatiye girtin, nameyek ji raya giştî navneteweyî re şand. Mizrakli qala îdîayên bêbingeh ên li dijî wî tên bikaranîn û destnîşan kir, ku sîstema edaletê ya li Tirkiyeyê di xizmeta partiyekê de ye.

Selçûk Mizrakli ku li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê dîlgirtî ye, “ji raya giştî ya navneteweyî” re nameyek nivîsî.

Mizrakli bi bîr xist ku ew di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de bi rêjeya 62.9 ji sedî yê dengan bû hevşaredarê bajarê mezin ê Amedê, di 19’ê Tebaxa 2019’an de ji wezîfeyê hate dûrxistin, li şûna wî qeyûm hate tayînkirin û di 22’ê Cotmeha 2019’an de hate girtin.

Mizrakli destnîşan kir ku desteserkirina îradeya gel ne biryareke hiqûqî ye, ragihandina wê yekê ye ku wê nehêlin Kurd li bajarên ku lê ne bajarê xwe bi rê ve bibin.

Mizrakli anî ziman ku li Tirkiyeyê komkujiya hiqûqê tê kirin û pîvana karîneya masûmiyetê demeke dirêje bûye îstîsnayekê.

Mizrakli bi bîr xist ku yek ji sedemên girtina wî îfadeya H.B.A. ye ku di Gulana 2016’an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hate girtin û 11 roj beriya hilbijartinan yanî di 20’ê Adara 2019’an de der heqê wî îdîa kiriye.

Mizrakli got, “Vî kesê ku xwestiye ji qanûna poşmaniyê sûdê werbigire di 20’ê Adara 2019’an de li dijî min gotiye, li nexweşxaneya ku ez lê dixebitîm, di nobeda şevê de min ‘endamekî rêxistinê’ emeliyat kiriye, min roeviyê wî jê kiriye û sibehê jî ew kes ji nexweşxaneyê derketiye. Qewimîna bûyereke bi vî rengî li aliyekî H.B.A. îdîa dike ku wî ev bûyer ji hevalekî xwe bihîstiye. Lewma li holê ne bûyerek heye ne jî şahidek.”

Mizrakli di nameya xwe de anî ziman ku partiya wî HDP bi dengê xwe yê 6 milyonî li Tirkiyeyê sêyemîn partiya herî mezin a siyasî ye, lewma tevlîbûna li karê vê partiyê nabe ku weke sûc bê dîtin.

Mizrakli anî ziman ku ji 19’ê Tebaxa 2019’an ve 15 Şaredariyên HDP’î hatine desteserkirin û ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Hikumeta AKP’ê ve qeyûm li şûna wan hatine tayînkirin.

Mizrakli destnîşan kir ku li Tirkiyeyê edalet tenê gotineke li dîwarên dadgehan hatiye nivîsandin, sîstema edaletê bi temamî ketiye xizmeta partiyekê.

Hevşaredar Mizrakli bang li raya giştî ya navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û hêzên demokrasiyê kir, ku li dijî desteserkirina mafê hilbijartinê yê Kurdên li Tirkiyeyê gavan biavêjin û ji bo bidawîbûna zexta li ser partiyên siyasî bikevin nava hewldanan.