Ciwanên Welatparêz û Jin ên Ciwan ên Têkoşer li Ranyayê ji bo boykotkirina malên Tirkiyeyê belavok belav kirin.

Li Başûrê Kurdistanê kampanya ji bo boykotkirina malên Tirkiyeyê berfireh dibe.

Li bajarê Ranyayê ciwanan standek danîn û ji bo boykotkirina malên Tirkiyeyê belavok belav kirin.

Ji ciwanan Başûr Soran destnîşan kir ku wergirtina malên Tirkiyeyê dikeve xizmeta dijmin û anî ziman ku ew bang li şêniyên herêmê dikin ku malên Tirkiyeyê wernegirin