Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bombeyan li gundên Til Temirê dibarînin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, dewleta Tirk a ku ji 9’ê Cotmehê ve êrişên dagirkeriyê dike, careke din gundên Til Temirê kir hedef.
Li gorî dema herêmê saet di 10:30’î de gundên Qasimiyê, Rihaniyê, Reşidiyê û Azîziyê bi obus û hawan hatin bombekirin. Heman gund Duşemê jî bûn hedefa bombardûmaneke giran.