Cenazeyên şehîdên Berxwedana Rûmetê Tacedîn Terbûş (Zagros Kobanê) û Berzan Hemo (Pêşeng) li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin.
Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê cenazeyên şehîdên Berxwedana Rûmetê Tacedîn Terbûş (Zagros Kobanê) û Berzan Hemo (Pêşeng) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê veşartin.
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir. Bi navê QSD‘ê Mihemed Nebî û bi navê Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Umer axivîn.
Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ne tenê dagirkirin e, di heman demê de qirkirina gelên herêmê ye.
Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Wêran Heyres nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.
Malbatên şehîdan soz dan ku ew e xeta zarokên xwe yên şehîd bişopînin heta herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk werin rizgarkirin.
Girseyê cenazeyên her du şehîdan di nava dirûşm û tilîliyên dayikan de veşartin.