Agahiyên ku Wezareta Aboriyê ya Elman der barê peymanên bazirganiya çekan ên bi welatên derve re pêk anî, bû sedema matmayinê. Wezaretê bersiv da pêşnûme pirsa Partiya Çep û ragihand ku di nava 10 mehên destpêkê yên sala 2019’an de bi buhayê 7.24 milyar Euroyî peymanên çekan pejirandiye. Bi vê yekê re ji niha ve xwe gihand rekora ji 7.86 milyar Euroyî ku di sala 2015’an de hatibû kirin.
Elmanyayê bi buhayê 1.77 milyar Euroyî çek firot welatên Yekîtiya Ewropayê û NATO’yê. Muşteriyê herî girîng ê çekên Elmanyayê jî Tirkiye ye ku di rêza destpêkê de ye. Yên ku çek ji Elmanyayê kirîn Cezayîr, Misir, Qatar, DYA, Îngilistan, Norwêc, Awûstralya û Koreya Başûr.