Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 13’ê MIJDARÊ 2019 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12.00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Îro jî şaredariyên Yenîşehîr û Hezro yên Amedê, Hezex a Şirnexê û bajaroka Akpazar ango Perî a Mazigirt a Dersimê desteser kirin.
&- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok bang li rêveberiya Şamê kir û got: Rastiya rêveberiya xweser bibîne û li gorî wê gavan biavêje.
&- Navenda Ragihandina HPGê, diyar kir ku hêzên Gerîlla li Agiriyê, darbeyên giran li hêzên Artêşa Tirk ya dagirker dan, 10 leşker hatin kuştin û 10 leşker jî birîndar bûn.
&- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li bakûr û rojhilatê Suriyê, di roja 36’an de jî bi dijwarî berdewam dikin.
&- Wezareta Rewşenbîrî ya Hukûmeta Herêma Kurdistanê kanalên televîzyonê yên başûr derbarê rêzefîlmên tirkî de hişyar kir.