Li Serêkaniyê, li devera ku koma çete ya Sûltan Mûrad a dewleta Tirk lê bû teqîneke mezin pêk hat. Hate ragihandin ku herî kêm 15 dagirker hatine kuştin

Li gorî çavkaniyên xwecihî teqîn nîvê şevê li qada gumrukê ya Serêkaniyê rû da ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin.

Di teqînê de ya li devera ku koma çete ya Sûltan Mûrad lê bû, herî kêm 15 dagirker mirin û gelek dagirker birîndar bûn.

Der barê teqînê agahiyeke berfireh bi dest neket.