Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, di nava sal û nîvekê de herî kêm 227 sivîl bi destê dewleta Tirk hatin qetilkirin.

Di ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Efrînê re sal û nîvek derbas bûn. Dewleta Tirk li Efrînê di nava sal û nîvekê de gelek komkujî û sûc kir. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ji roja destpêkê ve sûcên ku dewleta Tirk dike dike belge.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê, dewleta Tirk a dagirker ji destpêka êrişên li ser kantona Efrînê di 20‘ê Çileya 2018‘an ve 167 zilam, 28 jin û 32 zarok qetil kirin û zêdeyî 638 birîndar kirin, di nav de 87 zarok hene.

Rêxistina Mafên Mirovan bi kêmanî 6 hezar bûyerên revandinê di nav de revandina jin û zarokan belge kirin, zêdeyî 3 hezaran kesên hatine revandine jî çarenûsa wan ne diyar e.

Dagirkeriyê di heman demê de destdirêjî xwezayê û dîrokê kirin. Dagirkeriyê zêdeyî 15 hezaran darên zeytûnan ku temenê wan vedigera 70 salan, 15 hezar darên merx û 10 hezar darên sindiyan û 3 hezar cûreyên din birîn.

Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir ku ji 3 heta 5 milyon dar bê parastin mane û ji aliyê dagirkeriyê ve hatin talankirin, her wiha destnîşan kir ku bi nêzîkbûna mewsimê hilbirînê re hejmar ber bi zêdebûnê ve diçe.

Beriya dagirkirina Efrînê 300 kargehên givaştina zeytûnan û 17 kargehên bîrînê li Efrînê hebûn, ji wan 160 kargehên givaştinê û 10 yên bîrînê man. Dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li xwediyên kargehan bacan ferz dikin. Ji ber van kiriyaran çandinî û çêkirina sabûnan li kantonê paş kir. Dîsa jî berhemên sewlatdariyê ji sedî 25 daketin û hemû medcene hatin girtin.

Daneyên ku Rêxistina Mafên Mirovan ên derbarê binpêkirinên dagirkeran li Efrînê dane hemûyan di nav xwe de nagire, ji ber gelek cih ku binpêkirin lê têne kirin agahî der barê wan de nayên bidestxistin.