FEDA: Seyît Riza û hevalên wî yên pêşeng qetil kirin û bi vî rengî xwestin berxwedanê bê pêşeng bihêlin û qirkirinê bikin. Heman zîhniyet niha jî heye.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) der barê salvegera 82’an a qetilkirina Seyît Riza û hevalên wî daxuyaniyek weşand û diyar kir, “Erk û berpirsyariya Elewiyan e ku ewladi Kerbela Seyît Riza bi bîr bînin, ji bîr nekin û hesab ji TC a qirker bipirsin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di salvegera Terteleya Dersimê de ku mezintirîn qirkirina Elewiyane, me Seyît Riza û hevrêyên wî ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin. TC ku rêveberiya ummetiyê ya Osmanî dewr wergirt, kevneşopiyeke dewletê ya tekpereste ku li ser înkar û tinekirina Elewiyan ava bûye.”
FEDA’yê destnîşan kir ku desthilatdariya kevneşopiya dewleta Osmanî ya zordar wergirt, desthilatdariyê pîroz nîşan dide, îdeolojiya yektîpkirinê dipejirîne û bi vî rengî Anatolî û Mezopotamya kir goristana gelan û bi vî rengî Komara Tirkiyeyê ava kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Xwestin ku Seyît Riza û hevalên wî yên pêşeng qetil bikin, bi vî rengî berxwedanê bêpêşeng bihêlin û qirkirinê bikin. Heman zîhniyet niha jî didome.”
FEDA’yê destnîşan kir ku eger nayê xwestin komkujî û qirkirinên nû yên mîna Dersimê rû bidin divê mirov rabirdûyê ji bîr nekin û li xet û berxwedana wan bibin xwedî.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Divê êdî Elewî ne tenê bixwazin, divê xwe bigihînin wê astê ku bi rengekî rêxistinbûyî li gel têkoşerên ji bo mafên mirovan tevbigerin.
Xwedîderketina li Seyît Riza û kevneşopiya berxweedana Huseynî bi vî rengî dibe.”
Di daxuyaniyê de di şexsê Seyît Riza û hevrêyên wî de cangorî hemû hatin bîranîn û hate xwestin, ku devera gorên Seyît Riza û hevrêyên wî bên eşkerekirin û arşîvên dewletê yên der barê Komkujiya Dersimê bên eşkerekirin.