Seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Xidro got, “Eger pêwîst bike em ê hemû rahêjin çekê, lê belê dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nekin. Em ê bi ruhê Hevrîn Xelef li ber xwe bidin.” Seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Xidro got, “Eger pêwîst bike em ê hemû rahêjin çekê, lê belê dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nekin. Em ê bi ruhê Hevrîn Xelef li ber xwe bidin.”
Ji 9’ê Cotmehê dema destpêkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî û vir ve zêdeyî 300 hezar mirov neçar man xaka xwe biterikînin. Herî kêm 520 sivîl hatin qetilkirin û 2 hezar 750 sivîl jî birîndar bûn. Ji kesên hatin qetilkirin 23 jin û 8 zarok in. Siyasetmedar, doktor, dîplomat ji her pîşeyî jin li dijî êrişên dagirkeriyê li ber xwe didin. Yek ji van jinan jî Seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Xidro ye. Xidro ji ANF’ê re qala armancên dewleta Tirk û çeteyên wan her wiha berxwedana li dijî dagirkeriyê kir.
Xidro bal kişand ser zîhniyeta hevpar a dewleta Tirk, DAÎŞ û çeteyên din ên li dijî jinê û anî ziman ku li Rojava û Sûriyeyê li herêmên derveyî dagirkeriya dewleta Tirk şoreşeke rasteqîn, şoreşa jinê pêk hatiye.
Xidro destnîşan kir ku jinên di nava Şoreşa Rojava de di heman demê de şoreşek di nava şoreşê de pêk anîn û got, “Ji teoriyê wêdetir em bi jiyana xwe ketin nava lêgerîna azadiyê. Di mijarên siyasî, civakî, çandî û leşkerî de me xwe ispat kirin. YPJ niha li tevahiya dinyayê tê naskirin. Xwedîderketinek ji bo YPJ’ê heye. Gelo ev ji ber xwe ve pêk hat? Rêxistiniya jinê, sîstema jinê, parastina jinê, sîstema hevserokatiyê, tevlîbûneke aktîf a jinan li her qadê ya li Rojava gelo ji ber xwe ve pêk hat? Na di encama têkoşîneke mezin de pêk hat. Di nava şer de û mercên zehmet de me xaka xwe û paşeroja xwe parast. Di heman demê de di nava xwe de jî em li dijî paşverûtiyê têkoşiyan û me paşeroja xwe ava kir.”
‘DIXWAZE ME BÊWAR Û BÊPAŞEROJ BIHÊLE’
Xidro anî ziman ku dewleta Tirk dît Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û sîstema azadîparêziya jinê modelek çawaye, lewma destpêkê Şehba, piştre Efrîn û niha jî Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Xidro got, “Dema ku Hêzên Şoreşger di sala 2016’an de xwestin Şehbayê ji DAÎŞ’ê rizgar bikin dewleta Tirk jî dest bi êrişê kir û Şehba dagir kir. Piştre di sala 2017’an de Efrîn dagir kir û neçar hişt ku bi sed hezaran mirov koç bikin. Efrîn û Şehba kir hêlîna cîhadîstan û DAÎŞ’ê. Demografiya Efrînê guhert. Li Efrîn û Şehbayê bi her rengî zilm li jinê kir. Niha jî li Serêkaniyê û Girê Spî heman tiştî dixwaze bike. Dixwaze gel û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêwar û bêpaşeroj bihêle. Çawa ku Hevrîn Xelef qetil kirin, me ji dîmenên çeteyên şerê taybet ên Tirk dîtin. Ya ku Erdogan û çeteyên wî ji jinan re rewa dibînin paşerojeke wiha ye.”
‘EM Ê BI RUHÊ HEVRÎN XELEF LI BER XWE BIDIN’
Xidro destnîşan kir ku di vê demê de ew ê bi ruh û pratîka Hevrîn Xelef li ber xwe bidin û got, “Min hevala Hevrîn nas kir. Bi rastî jî siyasetmedareke pêşeng bû. Xwe fedayî azadiya jinan û civakê kiribû. Di karê MSD’ê de em bi hev re bûn. Her wiha em bi hev re çûn karê dîplomatîk ên li derveyî welat. Di wê pêvajoyê de min dît. Pirsgirêkên jinan û civakê weke pirsgirêkên xwe didît û hewl dida çareser bike. Derdê wê yê herî mezin pirsgirêka azadiyê bû.
Bala wê bi taybetî li jinên Ereb bû. Bi wan re têkilî datanî, bi rêxistin dikir, li pirsgirêkên wan guhdarî dikir û çareser dikir. Diyar dikir ku jinên Ereb ji jinên Kurd bêhtir tên tepisandin. Niha li Serêkaniyê, Girê Spî, Eyn Îsa, Til Temirê jinên Ereb li refên pêş şer dikin. Ev hêviyeke. Jinên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin. Eger pêwîst bike em ê hemû rahêjin çekê, lê em ê ti carî dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nekin. Em ê bi ruhê Hevrîn Xelef li ber xwe bidin.”
‘EM Ê BI HEV RE BI SER BIKEVIN’
Xidro herî dawî bang li jinên dinyayê kir û got, “Faşîzma Erdogan gefê li gelan û jinan hemûyan dixwe, dixwaze hêviya jinê têk bibe. Piştevanê herî mezin ê DAÎŞ’ê niha DAÎŞ derbasî Girê Spî û Serêkaniyê kiriye. Dixwaze li wan herêman mezin bike û jinên dinyayê mehkûmî paşerojeke bi xwîn û tarî bike. Divê em jin vê pêvajoyê veguherînin destketiyên mezin. Keda me heye, em xwîna xwe dirijînin, canê xwe feda dikin. Hemû jî ji bo paşeroja me ye. Divê em jin li dijî vî dijminê jinan rawestin. Li dijî faşîzma Erdogan û AKP’ê ku dijminê jinane di 25’ê Mijdarê de em çalakiyên herî mezin pêk bînin.”



