Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG‘ê bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî weşandiye, bîlançoya çalakiyên xwe ya meha Tebaxê ragihand.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG wiha ye:
“Di meha Tebaxê de, li seranserê Rojava û Bakurê Sûriyeyê hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li her cih û demê pêwîst bi erka xwe ya parastina xak, gelê herêmê û destkeftiyên şoreşê rabûne û berpirsyariyên xwe bi cih anîne. Her wiha hêzên me YPG û YPJ li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk di asteke çalak û bibandor de çalakiyên xwe domandine. Li gorî vê, encamên şer û berxwedana meha Tebaxê wiha ne;

1. Hêzên me li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê 18 çalakiyên cur bi cur pêk anîn. Di encama çalakiyên sabotaj, sekvanî, serdegirtin û kêmînan de;
– 57 çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin ( ji van 7 leşker, 2 serçete ne) 40 çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker birîndar bûn.
– Di van çalakiyan de 5 heb AK-47, 2 debance û hin belgeyên leşkerî hatin bidestxistin
– 4 siwareyên leşkerî û 3 motorsîklet hatin rûxandin, 2 siwareyên leşkerî jî hatin derbkirin.
– Encama çalakiyekê nehate diyarkirin.
2. Artêşa Tirk a dagirker 4 caran li herêma Efrînê operasyonên berfireh bi tevlêbûna bi hezaran çete û balafirên bêmirov li dar xist. Hemû operasyon di demên kurt de bê encam paşve kişiyan.
3. Artêşa Tirk a dagirker 2 caran sînorê Rojava îhlal kir û li herêma Serêkaniyê rasterast sîvîl hedef girtin. Di encama her du êrîşên artêşa dagirker de 2 sîvîl birîndar bûn. Hêzên me yekser bi heman awayî bersiv da êrîşan.
4. Di nav mehê de 2 rêhevalên me di encama berxwedana li dijî dagirkeriya li Efrînê de 4 rêhevalên me di encama nexweşî û qezayan de, bi giştî 6 rêhevalên me gihaştin şehadetê.
Weke hêzên YPG û YPJ, di serî de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û li dijî ew kesên ku li hemberî destkeftiyên me yên şoreşê yên ku bi berdêlên mezin hatine bidestxistin di nav êrîşê de ne, dê têkoşîn û çalakiyên me yên bibandor bidomin.”