Li bajarê Varê ji ber lehiyê du kesan jiyana xwe ji dest dan. Li heman herêmê li Muy û Cabasseyê du cenazeyên din hatin dîtin. Her wiha hate ragihandin ku kesekî derdora 70 salî winda ye.
Baran û bayê dijwar ên li bajarên Alpes-Marîtîmes û Varê bû sedema pêlên mezin ên deryayê. Gelek çem di ser re çûn û li bajarê Varê barana ku di nava du mehan de dibariya di nava 24 saet heta 48 saetan li hin herêmên bajêr bariya.