Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 25’ê MIJDARÊ 2019 DUŞEMÎ
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Mehmet Ocalan, xwest tecrîda li ser Rêber APO bi dawî bibe û got: Kilîda pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn li Imraliyê ye.

&- Fermandariya Biryargeha Navendî ya Gel NPG, bi daxuyaniyekê, 41’mîn salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir.

&- Îro 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê ye, Sazî û rêxistinên jinan li ser mijarê daxuyanî dan û banga xurtkirin û têkoşînê kirin

&- Li bakûrê Kurdistanê li dijî artêşa tirk a dagirker çalakiyên Gerilla dewam dikin û li Dersimê, oprasyonek berfireh hate dest pê kir.

&- QSD’ê têkildarî hewldana artêşa Tirk a dagirkirina Eyn Îsayê daxuyaniyek da û got, bêdengiya Rûsya fikarên wan yên derbarê çareseri û aloziyan de zêde dike.

&- Çalakiyên li Rojhilatê Kurdistan, Îran û Iraqê berfireh dibin û heya niha bi sedan kesî di êrişan de jiyana xwe ji dest dane.