Li gorî daxuyaniya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International), di xwepêşandanên li Îranê ku 15’ê Mijdarê li dijî zêdebûna buhayê benzînê dest pê kirin, hejmara kesên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dan ji texmînên beriya niha zêdetir in. Li gorî daxuyaniyê hejmara kesên ji aliyê rejîmê ve hatin kuştin 143 kes in.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku beriya niha hatibû gotin 106 kesan ji ber êrişên hêzên rejîmê jiyana xwe ji dest dan. Hate destnîşankirin ku divê civaka navneteweyî li pêşberî êrişa hêzên rejîmê bêdeng nemîne. Di daxuyaniyê de hate gotin, dibe ku hejmara kesên di raperîna gel de jiyana xwe ji dest dan hîn bêhtir bin.

Rejîma Îranê îdîa dike ku xwepêşandanên rojên dawî provokasyona ‘hêzên derve’ ne. Li paytext Tehranê doh xwepêşandanek ji bo piştgiriya rejîmê pêk hat. Di xwepêşandanê de General Hoseyîn Salamî axivî û got, “Ev şer bi dawî bû.” Di xwepêşandanê de li dijî Emerîka û Îsraîlê dirûşm hatibûn qirîn.