Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 26’ê MIJDARÊ 2019 SÊŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Komîteya Rêveber a PKK’ê 41’mîn salvegera damezirandinê li gelên Kurdistanê pîroz kir.
&- Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê bi mebesta salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniyek da û got, PKK, ji bo Kurdan navê hebûnê ye
&- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi wesîleya salvegera 41’ê ya damezrandina PKK’ê ji ANF’ê re axivî û salvegera 41’ê ya damezrandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Ocalan, gel, dost û hevrêyan pîroz kir.
&- Li Dersimê, bi tevlîbûna bi hezaran leşkeran, oprasyonek berfireh hate dest pê kirin.
&- Koma “Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Savaş Amed û Şehîd Baran Dersim”, li Wan, Stenbol, Mersîn û Edenê çalakî kirin.
&- Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî têkildarî rewşa Sûrî civînek lidar xist..