Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bîne carekî din serlêdan kir.
Parêzer ji sala 2011’an ve bi Ocalan re hevdîtin pêk neaniye. Parêzerên ku bi salan in bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk neanine, ji bo hevdîtinê serlêdana Serdozgeriya Komara Bûrsayê.
Parêzer Cengîz Yureklî, Serbay Koklû û Sînem Zincîr cara 786’an serî li dozgeriyê dan.
Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hincetên ‘rewşa xirab a hewayê’, ‘Keştî xirabe ye’ û ‘Rewşa Awarte’ hevdîtin tê astengkirin.