Li dijî bombebarankirina baregehên HDK û HDKA’yê û darvekirina hersê girtiyên siyasî yên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve, li Bîlbaw çalaki hate lidarxistin.

Duh saet 19:00’ê li navenda bajarê Bîlbaw ê herêma Bask a Spanyayê ji aliyê Platforma Piştgiriya Kurdistanê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de darvekirina hersê girtiyên Kurd Zanyar Muradî, Luqman Muradî, Ramîn Hisên Penahî û bombebarankirina baregehên HDK û HDKA’yê li navçeya Koyê ya Hewlêr ji aliyê rejîma Îranê ve hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de wêneyên hersê girtiyên siyasî yên Kurd Zanyar Muradî, Luqman Muradî û Ramîn Hisên Pehanî hatin hildan û rejîma Îranê hate şermezarkirin.

Ji aliyê komîteya amadekar a çalakiyê ve daxuyaniyek hate xwendin û hate diyarkirin ku darvekirina Luqman, Zanyar Muradî û Ramîn Hisên Penahî û bombebarankirina çiyayên Kurdistanê li gel bombebarankirina navçeya Koyê, ne lihevkirina li gel Putîn, Erdogan û Ruhanî bû, ev acizbûna li ser mijara Sûriyeyê bû.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha jî hate gotin; “Bombebarankirin, darvekirin û kuştina Kurdan ji aliyê hikûmeta Îranê ve rê li ber guftûgoyên demokratik digire. Pêwîste hikûmeta Îranê rêzê li îradeya gelê Kurd bigire. Ji ber gelê Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe li Îranê têdikoşe.”

Gelek çalakvanên Bask jî tevlî çalakiyê bibûn.