Jinên Şehbayê ji bo ku DAÎŞ êrîşî wan neke, li gorî qaîdeyên DAÎŞ’ê tevdigeriyan lê dîsa jî çeteyên DAÎŞ’ê êrîş û zextên xwe li ser wan didomand.

Jinên li Şehbayê qala êrîş û zextên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser wan kir. Ezîza Beşar a ji gundê Til Eranê qala êrîş û zextên DAÎŞ’ê kir û got ku “Li ser me gelek zext û astengî hebû. Dema ku ketin gundê me Til Eranê dengê xwe ji kesî re nedikirin. Lê dema ku ji gund derbas dibûn digotin ‘Ellah û Ekber’ Dema dengê wesayîtên wan dihat, zarok ditirsiyan û dikevin gundir. Piştre ji me re gotin ‘Hûn Kurd in, kafir in.’

‘ÊRÎŞ KIRIN’

Rojekê saet di 3’an de me dît bi çekên giran êrîş kirin. Wê demê zarokê min ê 15 salî û zilamê min li gund bû. Me agahî ji wan nestend û em ji gund derketin, em li çolê razan. Sibehê me dît ku her kes li xizmê xwe digere. Em vegeriyan gund. Meleyê gund li mizgeftê bang kir û digot ‘Kesên ku endamên wan ê malbatê winda bûne’ bila werin pêşiya mizgeftê. DAÎŞ’ê hinek kes kuştibûn, cenazeyê wan danîbûn ber mizgeftê. Ji ber êşkenceyan gelek malbatan zarokê xwe nas nedikirin. Encax bi cil û bergên wan, ew nas dikirin. DAÎŞ bi çekan li ser goristanê bû, nedihişt ku gel cenazeyê xwe veşêre. Gundiyan cenazeyên zarokên xwe di nav zeviyên zeytûnan de veşart. Min zarokê xwe di nav wan cenazeyan de nedît.

‘EM JI GUND DERXISTIN’

Heta heft mehan, me nedizanî zarokê min û zilamê min dijîn an na. Piştre çeteyan ji me re gotin, ji gundê Til Eranê derkevin. Çeteyan digotin ‘Kurd kafir in.’ Carekê jî hatin êrîşî mala me kirin û zaroka min a 13 salî bi xwe re birin. Ji zaroka min pirsa zilamê û kurmamê min kiribûn. Piştî 15 deqîqeyan zaroka min berdan.

Cîraneke me jî dema ji mala xwe derket, êrîşî wê kirin û zarokê wê sibehê hate kuştin. Dayikê dema ku xwest zarokê xwe rake nexweşxaneyê, êrîşî doktor û dayikê kirin. Piştî vê bûyerê êdî em ji gund derketin û me berê xwe da Efrînê. Piştî ku em çûn Efrînê min bihîst ku zilamê min girtine.

ÊRÎŞÊN DAÎŞ’Ê BI XEDARÎ DIDOMIYA

Jina bi navê Yesmîn Qelîşero jî qala êrîşên DAÎŞ’ê kir û got ku “Çeteyan êşkence li her kesî dikirin. Qadek hebû, navê wê kiribûn qada mirinê. Li wê qadê gel dikuştin û serê wan jêdikirin. Li wê qadê li pêş çavê dayikê serê kurê wê jêkirin. Dayik jî ji ber êşa kurê xwe mir. Dema ku dest an jî rûyê jinekê xuya bibûya, bi derziyan êşkence li wê dikirin. Bi darê zorê jin direvandin û bi endamên xwe re dizewicandin. Ku bidîtina kesek cixareyê dikişîne, êşkenceyeke giran lê dikirin.”