Malbata Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn û keça wê Eylem Çetîn bi rêya parêzerên xwe serî li serdozgeriyê dan ku biçin Îmraliyê.
Ji 12’ê Tebaxê ve nahêlin ku malbat biçin Îmraliyê.