Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 29’ê MIJDARÊ 2019 ÎN,
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan 42 saliya PKK’ê pîroz kir û got: ya PKK’ê li ser piyan hişt û dihêle; hêza xweparastinê ye.
& – Însîyatîfa Zarokên Agir, di nava meha Mijdarê de, herî kêm li 13 deveran çalakî lidar xist.
&- Dadgerên dewleta tirk a dagirker, di doza Nisêbînê de cezayê muebedê da 4 kesan û girtîyê azadîyê, Mehmet Zirig jî bi silogana “Bijî Serok Apo” bersiv da dagirkeriya tirk.
&- Li herêma Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, di encama çalakiyên hêzên Rizgariya Efrînê de 6 çete hatin kuştin.
&- Li bajarê Efrînê, navçeya wê Bilbil û Babê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de, teqînên mezin rû dan.
&- Li bajarê Girê Spî yê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirker çeteyên tirk bi hev ketin, bi kêmanî 6 çete hatin kuştin
&- Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Xalib Mihemed da zanîn ku serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ji bo razîkirina Erdogan a ji bo firotina neftê çûyê Tirkiyê.