Li Balkanan mezintirîn erdheja sedsalê Sêşemê li Abanyayê çêbû. Bi erdhejê re piraniya avahiyan hilweşiyan, gelek kes di bin kavilan de man.

Erdhejê herî pir ziyan da bajarê Durresê yê li perava Adrîyatîkê ku nifûsa wê 400 hezar e û Thûmanê yê li bakurê paytext Tîranê.

Serokwezîr Edî Rama roja Înê got ji ber erdhejê 49 kes mirin, 750 kes birîndar bûn û nêzî 5 hezar kesî jî bêmal man. Hate gotin gelek malbat bi giştî bûne qurbaniyên erdhejê. Rayedaran gotin ti kesek di bin kavilan de nemaye.