Dîroka pergala parastina hewayî ku îro serkêşiya wê S-400 dikin û bûye mijara nîqaşê, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hate salên Şerê Sar dirêj dibe.
Yekitiya Sovyetan li dijî hêzên ku ji bo xwe hevrik û dijmin dibîne, li dijî pergela hewayî bêtir teknolojiya pergala parastinê ya bejahî bi pêş xist.
Pergala fuzeyan a S-400 ku dîroka wê heta salên 1950’yî dirêj dibe û îro pir tê nîqaşkirin, wekî versîyona pergala S-300 a parastina fuzeyan ku menzîla wan nîvdirêj e, tê zanîn.
Pergala S-400, di sala 1979’an de piştî S-300 derketin holê, di destpêka sala 1980’yan de bi navê xwe yê wê demê Buroya Sêwirandinê ya Navendî ya Almaz (bi navê îro Şîrketa Endustriya Zanistî ya Almaz) li Yekitiya Sovyetan bi pêş xist. Piştî pêşxistina S-300’an, hêzên rojavayî yên NATO’yê, ev pergal ji bo xwe wek tehdît dît û li dijî vê yekê modelên “balafirên nayên dîtin anku xeyalî” bi pêş xistin.
Radarên di S-400’an de hatin bikaranîn, dikarin şopa radara sivik û balafirên xeyalî bişopînin.
Lêkolînerê biqidem ê Enstîtuya Lêkolînên Aştiya Navneteweyî ya Stockholmê a SIPRI Siemon Wezeman pergala S-400’an wek pergaha parastina hewayî ya herî pêşketî pênase dike.
Pêşxistina pergala S-400’an, di çileya 1993’yan de ji aliyê Hêzên Hewayî yên Rûsyayê ve hat ragihandin. Di Sibata 1999’an de yekem testên serkeftî hatin kirin. Pergala parastina hewayî ya S-400 bi awayekî fermî di 2007’an de ket xizmetê.
Di sala 2015’an de li baregeha bajarê Tartûsê ku di kontrola Rûsyayê de ye û bajarê peravê yê Sûriyê ye, di Adara 2014’an de tev li Qirimê kir, pergala fuzeyên S-400’an hat avakirin.
Li Rojhilatê Dûr ê Rûsya û Bakurê Japonyayê, li Giravên Kurilê hat îdiakirin ku dê pergala parastinê S-400 bê avakirin.
Tê gotin ku li şûna S-400’an bi armanca parastina hewayî ya du qedemeyî fuzeyên Pantsir di 14’ê Mijdarê de li Qamişloyê hatin danîn.
Li gorî Stratejiya Parastinê ya Rûsyayê, beriya modelek jora wê neyê destpêkirin, firotina pergala fuzeyên S-400’an nayê kirin. Heta niha gelek dewletan eleqeyeke mezin nîşanî S-400’an da. Lê ji xeynî Rûsya û Rûsyaya Spî, Komara Gel a Çînê, Tirkiye û Hindistanê nefirotin tu welatên din.
Ji ber fuzeyên S-400 herî zêde di navbera DYA-Rûsya û Tirkiyê de nîqaş derketin. Eleqeya ekîba Erdogan di dema gendeliya 17-25’ê Kanûnê de bi pêş ket. Di vê pêvajoyê de ku desthilata Erdogan dihejiya, di navbera cemaetên bi desthilata AKP’ê re tifaq in nîqaş û nakokiyên berjewendiyan derketin.
Di vê pêvajoyê de rotaya Erdogan berê xwe da yekîneyên Ergenekonê yên ‘dewleta kûr’ a Tirk. Di navenda vê yekîneyê de plana herêmê ya Rûsyayê ku Awrasyayê diparêze, hebû.
Di sala 2012’an de dewleta Tirk ji bo pergala parastina hewayî bistîne, ket îhaleyê. Şîrketên CPMIEC a Çînî, Eurosam a Fransî û Îtalyanî şirîkê wê ne, Rosoboronexport a Ji Rûsyayê û Raytheon and Lockheed Martin a DYA’yê beşdarî îhaleyê bûn. Çinê îhale qezenc kir.
Lê piştî NATO ket navberê, proje rawestandin. Di sala 2015’an de piştî balafira Rûsyayê ji aliyê çeteyên ku dewleta Tirk piştgiriyê dide wan ve hat xistin û krîzê dest pê kir, Erdogan ji Pûtîn lêborîn xwest.
Di Tîrmeha sala 2017’an de rayedaran li Enqereyê daxuyanî dan û diyar kir ku ji bo S-400 bên kirîn, hevdîtinên fermî dest pê kirine. Piştî vê daxuyaniyê di navbera DYA û Tirkiyê de krîza S-400’an dest pê kir. Ev yek ji bo garantiya parastina desthilata Erdogan û diyarkirina refê xwe yê di navbera du aliyan de girîng e.
Niha di nava endamên NATO’yê de yên di destê wan de pergala fuzeyên S-400 heye, tune ye. Piştî Tirkiye vê pergalê ava bike, dê di nava endamên NATO’yê de bibe endamê yekemîn.
DYA û endamên din ên NATO’yê ji du aliyan ve li dijî vê peymanê derdikevin. Yek jê ji aliyê leşkerî ve: Ev pergal ne li gorî pergala NATO’yê ye. Ev yek dê di pratîkê de bi xwe re hin pirsgirêkan ava bike.
Pispor, diyar dikin ku pergala parastina hewa ya NATO ku bi hevre hatiye entegrekirin heye.
Ger ku Tirkiye S-400 bikire, dê di aliyê transfera nitelik û teknolojiyê de di aliyê maliyetê de pirsgirêkên mezin bi xwe re bîne.
Li aliyê din, girêdayî pergala NATO hin hurguliyên teknîkî yên Rûsya û der barê pergala parastina Rûsya de dê têkevin destê NATO’yê.
Di aliyê siyasî de jî ger ku S-400 ji aliyê Tirkiyeyê ve têkeve meriyetê, dê têkiliyên Tirkiye û NATO ji nûve li ber çavan bê derbaskirin.
Di vê pêvajoya ku di navbera Tirkiye û DYA de rageşî zêde ye, di navenda krîzê de pergala fuzeyan a S-400 ku ji Rûsya stendine heye.
Rûsya di 19’ê Tîrmehê de fuzeyên S-400 teslîmî Tirkiyeyê kirin. Pişti fuze teslîmî Tirkiyê kirin DYA firotina balafirên F-35 ya Tirkiyeyê rawestand. Hin ceza xistin rojevê. Lê DYA ji bo Tirkiye di nava sînorê NATO’ê de bihêle tavîz da ku Tirkiye têkeve Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Di hevdîtina Erdogan û Trump a di 13’ê Mijdarê de li Washingtonê pêk anîn de, xala rojevê ya herî girîng mijara S-400’an bû.
Duh jî li Enqereyê liv û tevgera hewayî pêş ket. Balafirên F-16 û hin amûrên hewa li herêma ku S-400 lê hatine bi cih kirin firiyan.
Hat gotin ku ev firînên balafiran ji bo fuzeyên S-400’an test pikin, pêk hat.
Wezîrê karênderve yê DYA’yê got divê Tirkiye bi şiklekî xwe ji S-400’an rizgar bike. Cezayên ku ew bidin Tirkiyê, hêj li ser maseyê ne.
Hat gotin ku S-400 ne ji bo sînorên Tirkiyeyê, ji bo Qesra Erdogan li Enqereyê biparêze, hatine kirîn.
Li Rojhilata Navîn ku Tirkiye Şerê Sêyemîn ê Cîhanê lê bi pêş dixe, êdî hatiye asta dawî ya ku dixwaze di navbera hevsengiya Rûsya-DYA’yê de sûdê bigire. Sedema herî mezin a vê yekê jî S-400 in.
Krîza S-400’an dê di rojên pêş de bêtir kûr bibe.
ANHA