Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 2’ê Kanûnê 2019, DUŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Jibo çûna li Imraliyê, tevahiya serlêdanên parêzer û malbata Rêber APO bê bersiv têne hiştîn û hevdîtin têne asteng kirin.

&- Navenda Ragihandina HPGê daxuyakirin ku di çerçoveya Cenga Heftanînê de, hêzên Gerîlla darbeyên giran li hêzên Tirk yên dagirker dane, 5 leşker hatine kuştin.

&- Koordînasyona YPS, bi wesîleya berxwedana Cizîr, Silopî, Nisêbîn û Sûrê daxuyanî da û got: Em ê xeyalên şehîdên xwerêveberiyê bi serketinê tacîdar bikin.

&- 42 saliya damezrandina PKK’ê li gelek bajarên Ewrupayê bi coş hate pîrozkirin.

&- Navenda Ragihandina QSD`ê bi daxuyaniyekê encama Cenga Rojava û Berxwedana Rumetî ya roja 53an eşkere kir.

&- Kongreya Netewîya Kurdistan KNK’ê dest bi hevdîtinên qonaxa yekîtiya neteweyî kir û di vê çarçoveyê de li Silêmaniyê bi rayedarên YNK’ê re hevdîtin pêk hatin.