Navenda Ragihandin û Çampemeniyê ya QSD`ê encamên şer û berxwedana 24 saetên dawî eşkere kirin.
QSD’ê ev agahî parve kir: “Artêşa dagirker a Tirk û komên çete li seranserê herêmê tevgera balafirên bê mirov û êrîşên çekên giran domandin.
TİL TEMİR
Komên çete yên ser bi artêşa dagirker ve li gundê Ûm El-Kêf bi çekên sekvanî êrîş birin ser çeperên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî.
EYN ÎSA
Artêşa dagirker û komên çete tevgera xwe ya dagirkeriyê li herêmê domandin. Artêşa dagirker bi çekên giran êrîş bir ser gundên Xirbet Faris, Zenûba û Kefîfa a li herêma Qiz Alî. Her wiha balafirên bê mirov ji asîmanên herêmê qut nebûn.”