Berdevka Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (Unîcef) Marîxîe Mercado bi daxuyaniya ku dayî bal kişande ser zarokên ku bi êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê şehîd bûne.

Mercado got bi bombebarana 2’yê Kanûnê 8 zarokên ku temenê wan di bin 15’an de bûne hatine kuştin û 8 jê birîndar bûne û domand, ”Vê meha dawî ji ber êrîşan li Bakurê Sûriyê 34 zarok hatine kuştin”. Di êrîşê de 8 jê zarok 10 sivîl şehîd bûn û ji 10’an zêdetir jî birîndar bûn.

Mercado got li gelek navendên Sûriyê ji ber şer her ku diçe zêdetir zarok dimirin û prensîba ku divê di şer de zarok bêne parastin di şerê 9 salan de ya li Sûriyê tim hatiye piştguhkirin.

Mercado bang li aliyên şer ên li Sûriyê kir ku di her şertî de mafên zarokan biparêzin û got,”Ên ku êrîş anîne, ji ber ku bi qest zarokan kuştine divê berpirs werin dîtin.”