Tê zanîn ku hevserokên nû yên SPD’yê Saskia Esken û Norbert Walter-Borjans dijberê hevhatina koalîsyona ku destpêka sala 2018’an bi Partiya Yekîtiya Demokrat a Xirîstiyan (CDU) avakirine ne.

Encex di kongreya ku niha li Berlînê didome de delegeyan biryar dan ku wê gavê koalîsyona mezin ya ku bi CDU û partiya birayê wê ango Partiya Yekîtiya Sosyal a Xirîstiyan (CSU)’yê avakirine re bidomînin.

Bi biryara ku bi kêmekî zêdetir ji niviya dengên delegeyan hate girtin, rêveberiyên nû yê partiyê ji bo ku derbarê hinek mijaran de bi CDU û CSU re muzakere bikin dem hate dayîn.

Hevserokên nû yên SPD’ê Saskia Esken û Norbert Walter-Borjans, weke partiya ku di sala 2005’an de tevlî ‘koalîsyona Mezin’ bû û ji bilî salên 2009-2013’an, bi CDU-CSU’yê re welat birêve dibe her ku diçe hêza xwe wenda kiriye, lewre dixwazin pêşî lê wendakirina hêza partiyê bigirin. Ji salên 2000 û pê ve SPD ku bi berdewamî dişemitî milê rastgerayîyê, niha li gorî anketan rêjeya dengên wê ji sedî nêzî 15’an e û daketiye biniya rêjeya dengên Kesk’an.