KNK’ê bi daxuyaniyekê binkirinên mafên mirovan şermezar kir û bang li sazî, dezgeh û dewletên endamên Neteweyên Yekbuyî kir ku rêzê ji bendên derbarê mafen mirovan de bigirin ku li ser sond xwarine û îmzekirine.
Komîteya Mafên Mirovan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:
“Roja 10ê Kanûna Pêşîn, salroja Cîhanî ya Mafên Mirovan e. Îro ev roj dikeve nava 71 saliya xwe. 71 sal berî niha, di 10 ê septembera 1948 an, ku hê dinya di serûbendê dûkêl, komir û xweliya şerê cîhanê ya duyemîn ne qediya bû. Bihna barûda wê hê digeha pozên malwêranbûyî, birîndar û cegerşewitiyên wî şerê bêbext û xwînelû.
Helbet Kurdistan û xelkê wê jî, ji derdeserî û felaketa wî şerî bê behir nebûn. Çawa piştî şerê yekemîn axa Kurdistanê bû qurban û kete ber parçe bûnê û li ser çar welatên hov û na mirovdost de hate parvekirin. Herweha piştî şerê duyemîn yê cîhanê jî gehiştin bi mafên xwe yên bingehîn bi heq nehate dîtin. Mînak: herifandina Komara Kurdistan li Mehabadê, tenê yek sal berî ragehandina vê carnameya Cîhanî ya Mafên Mirovan bû.
Ev Carnameye, ji alî civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve bi piraniya dengan hate qebûl kirin. Piştî berfirehbûna rêxistiya Neteweyên Yekbûyî û girêdana wê bi piraniya welatên Cîhanê re, welatan bendên wê Carnameyê îmze kirin. Di nava wan welatan de her çar welatên dagîrker jî tên dîtin! ku ev bendên Carnameyê tê de, îmze kirîn. Wate razîbûna xwe ji bo wan bend – xalên carnameya mafên mirovan nîşan dane.
Roj li pey rojên vê ragehandinê, ji bo demekê kin be jî, binpêkirina mafên mirovê kurd û Kurdistanî bi neşirîntirîn corên hovatiyê ji alî dewletên dagîrker yên Kurdistanê derbaz nebûne. Heta digehê roja Îro, di demekî de keç û lawên kurd û Kurdistanî li her çar parçeyên Kurdistanê bûne pêşeng û serkarwanê berxwedan û parastina nirxên mirovatiyê li navçeyê û Cîhanê şer kirine û bedelên mezin dan e. Ew li hember hovtirîn û mezintirîn rêxistiya terora Cîhanî ya Daîşê û dewlet û rejîmên namirovdost yên Îraq, Îran, Sûriya û Tirkiya yê, li bin zulm û zordariyê dene. Her di peravêza vê rastî û maf perwerî û mirovdostiya Gelê Kurdistanê:
Dîsan ew pêşêlûkarî – binpêkirina li dijî bendên mafê Mirovan, ewên ji alî dewletên Dagîrkerên Kurdistanê – Îran, Îraq, Sûriye û Tirkiya yê ve tên encam dan, dixîne ber singê rêxistiya Cihanî ya Mafên Mirovan û herweha hemû welat û neteweyên endam di NY da. Her çawa em wan reftar û kiryarên wan şermezar dikin, ew jî bi heman şêwe li gor bendên wê carnameyê, serederî pê re bê kirin û bêne siza dan.
Komara Îslamiya Îranê ji bilî zîndankirin, eşkencedan, revandin, îdamkirin, birçîkirin û hemû pêşêlûkirina Mafên Mirovan li li dijî xelkê me li rojhelatê Kurdistanê tiştekî din bi rewa nabîne û li binpîkirina pîroziyên miroviyê berdewam e. Gelê Kurdistanê li hember mezintirîn zulm û zordariya vê rejîma hov, şovînî û nemirovdost de ye.
Dewleta nijadperesta Tirk, ji bilî cugrafiya dewleta xwe, bi ber çavê dinyayê, tenê siyaseta dije Kurdistan û demokrasî û mirovatiyê di domîne. Wek gurê har leşker û polîsên xwe berdaye giyanê xelkê, bê dadgerî û mehkeme xelkê kurd û Kurdistanî zîndanî dike! Qetluama welatiyan – sivîlan, wêrankirina bajar û gundan encam dide. Piraniya deverên Kurdistanê kiriye navçeyên leşkerî û serbazgeh. Bê minetî sînûran dewletên cîran di şeqîne û çiya, deşt, gund û avahiyên hevwelatiyên sivîl bi bombe û çekên qedexekiriyên nêvdewletî qetlûam dike. Bi balefirên xwe yên şer kampa Mexmûrê ya sivîlan û Şengala wêrankirî wêran tir dike. Bi hevkariya grubên teroristî yê mîna Daiş û Al Nusre û yên din li rojavayê Kurdistanê demorafiya deverê bi pilan û pîlan diguhure û xelkê resen û xwediyê axê aware û sererdan dike.
Eve û bi sedan pêşêlûkirina mafên mirovî yên din, li hemberî xelk, hevwelatî û jiyan û proseya siyasî û civakî yên xelkê Kurdistanê û heta li hember jînge – xwezayê wê jî di berdewam in.
KNK e, di roja Îro de, ku roja Cîhanî ya cardana Mafên Mirovan e, tevahiya van pêşêlûkirinên mafên mirovan şermezar dike. Wan dide ber guh û singê welat û neteweyên endam di rêkxistiya, û bang dike ku rêzê li wan bendan bigrin, yên ku sunda mirovatiyê li ser xwarine û di bin de îmze kirin e.”