Wezareta Berevaniyê ya DYE’yê Pentagonê bi daxuyaniyê de got, derbarê peywirdarkirina bi hezaran leşker, a bi çarçoweya têkoşîna dijî koçkirinê lêpirsîn dane destpêkirin.

Mifetişiya Giştî ku saziya lêpirsîna serbixwe ya di bin banê Pentagonê de ye, ji Wezîr Mark Esper re name  şand,di nameyê de hate diyarkirin lêpirsîn wê peywirdarkirina yekîneyên leşkeran a li ser sînor, ku heta Îlona 2020’an wê bidome,  vedihewîne.

Bi çarçoweya lêpirsînê, li gel peywirdarkirinên li ser sînor, wê li ser perwerdehiya têkiliya leşkeran ên bi sîvîlan re were sekinandin.

Serokê DYE’yê bi îdîaya ku pêşî li koçkirina deryasayî ya li ser sînorê Meksîkayê bigire, biryar dabû ku bi hezaran leşker bişîne herêmê. Ji hêza milîs a rezerv a Mihafizên Netewî a DYE’yê nêzî 4 hezar leşker bi çalakî û 2 hezar û 600 leşker jî bi zêdeyî li ser sînor hatibûn peywirdarkirin. Tê payin ev hijmar heta dawiya salê kêmî 2400’î bihatana kirin.