Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 11’ê Kanûnê 2019, ÇARŞEMî
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00

Bûltena Rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Gerîllayên HPG û YJA Starê, li Çelê, li dijî çeper û stargehên hêzên Artêşa Tirk ya dagirker, çalakî pêkanîn.

&- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku Divê Kurd baş bizanin ku rêya têkbirina dagirkeriyê yekîtiya neteweyî ye!

&-Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, bi Komîteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriye re civîn pêkanî.

&- Fermandariya Eyaleta Heftanînê ya HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk di çarçoveya polîtîkaya “kuştina Kurdan bi destê Kurdan” cerdevanan dibe herêma operasyonê.

&- Parlementoya Ewropayê, bi mijara Kurdan, Rojava, Bakûr û Rojhilatê Suriiyê, ji bo konferanseke girîng malovaniyê dike.

&- Di doza Nisêbînê de ku dîlê azadiyê ku cezayê mûebeta giran lê hate birrîn, got, “Feraseta ku Rêveberiya Xweser weke sûc dibîne, sûcê herî mezin dike.”