Li bajarê Babê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, di dema derbasbûna wesayita çeteyan de teqînek pêk hat. Ji ber teqînê 2 çete birîndar bûn.
Li taxa Kornîş a herêma Babê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dema derbasbûna wesayita çeteyan de teqînek pêk hat. Di encama teqînê de du çete birîndar bûn.
Şêniyên herêmê beriya çend rojan li dijî dewleta Tirk û çeteyan rabûn ser piyan. Artêşa Tirk û çeteyên wan jî bi çekan êrişî şêniyan kiribûn û gelek kes kuştibûn û birîndar kiribûn.