Drona bi tîpa TB2 a Bayraktar li balafirgeha Geçîtkale ya li herêma bajarê peravê Gazîmagûs yek ji devera Qibrisê ku hatiye dagirkirin bi cih kiriye.
Cara yekeme kul i vê balafirgehê droneke Tirk vedide. Ev bicihkirin li herêmê rê li ber mezinkirina nakokiyê vekiriye.
Peyman adi navbera Tirkiye û Lîbya ya di dawiya meha Mijdarê ya li herêma sînorê behrê hatibû îmzekirin, nakokî hê mezintir kir.
Di serî de Yewnanistan û Qibris gelek welatan ev peyman şermezar kir. Ev peyman rê li ber bimafbûna zêde ya li herêmeke berfireh a Behra Spî ya Enqerê vedike.