Li Galler a Başûr a Nû Pêncşemê ji bo heft rojan Rewşa Awarte hate ragihandin.

Li eyaletê ku paytexta wê Sydneye li derdora sed herêmî şewata li daristanan heye.

Serokwezîrê vê eyaletê Gladys Berejîklîan bi gotina “şert û mercên meteorlojîk ên felaket” rewş pênase kir.

Serokwezîrê eyaletê got, “Bayê zêde û germahiya bi pileya bilind me dixe nava fikaran.”

Li eyaletê ji dema destpêkirina şewatê û vir ve cara duyemîne ku rewşa awarte tê ragihandin.

Rojnameya The Daîly Telegraph ji bo germahiyê şîroveya “Kalîteya hewayê ya li vê deverê bi qasî kişandina 27 çixareyan nebaşe” kir.

Germahiya Çarşemê ji dema pîvandina rêjeya germahiyê û vir ve roja herî germ a Awûstralyayê bû. Asta germahiyê gihîşt 41.9 pileyî.

Şewata daristanan a li Awûstralyayê dewam dike.

Di mehên dawî de li tevahiya Awûstralyayê herî kêm 3 milyon hektar qada daristanî şewitîn û 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.