Jinên HDP’yî bi dirûşma, ”Em li ser azadiyê rawestiya ne, li ser têkoşînê biryardar in” li Amedê bi konferansekê li hev kom bûn.
Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Amedê konferanseke ji bo du rojan li dar xistin.
Konferansa Jinan a Bajêr a HDP’ê bi dirûşma, ”Em li ser azadiyê rawestiyane, li ser têkoşînê biryardar in” dest pê kir.
Li konferansê ya li Hêwana Konferansê ya Vedat Aydin a li avahiya partiyê parlamenterên HDP’ê Remziye Tosun, Dersim Dag û nûnerên DBP’ê, KCD’ê, ESP’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê endamên Desteya Rêveber a HDP’ê û Meclîsa Partiyê, aktivîstên TJA’yê hazir bûn.
Hevseroka Bajêr Hulya Alokmen jinên ku 5’ê Çile ya 2015’an li Silopya û 9’ê Çile ya 2013’an li Parîsê hatin qetil kirin bi bîr anî.
Alokmen siyasetmedarên jin ên girtî bi bîr anî, got bi hêza ku ji hevrêyên xwe yên jin girtine têdikoşin.
Konferans li çapemeniyê girtî ye û didome.